Hate ragihandin ku ji Fermandariya Cendirmeyan ya Navendê ya navçeya Kerboranê ya Mêrdînê gelek helîkopteran ber bi Çiyayê Mawa ve leşker birin.
Li gorî çavkaniyên herêmê hatin dest xistin serê sibê ji navçeya Kerboranê ya Mêrdînê tevgera lerşkerî pêk hat û berdewam dike. Hate hînbûn ku, gelek helîkopter ji Fermandariya Cendirmeyan ya Navenda rabûn ber bi Çiyayê Mawa yê ku di navbera navçeyên Kerboran û Kercewisê de çûn.