Li Kerboranê 3 ciwan ji ber parvekirinên li ser tora civakî hatin girtin
Li navçeya Kerboranê 3 ciwanen ku hatin binçavkirin ji ber pavrekirinên xwe yên çapemeniya civakî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin.
Li navçeya Kerboranê 3 ciwanen ku hatin binçavkirin ji ber pavrekirinên xwe yên çapemeniya civakî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di dema kontrola nasnameyan de li taxa Bahçeşehîrê Firat Aydin, M. Emîn Demîral û Nurullah Seyhan ên hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. 3 ciwan piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 3 ciwan ji aliyê dadgehê ve ji ber parvekirinên xwe yên çapemeniya civakî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin û ew şandin Girtîgena Tîpa M a Midyadê.