Li Kerbelayê êrîşa bombeyî: 10 mirî, 30 birîndar

Li Kerbelayê êrîşa bombeyî: 10 mirî, 30 birîndar

Hecên Şiî ku xwe amade dikirin dayîkbûna Îmam Mehdî li bajarê Kerbela yê Iraqê pîroz bikin, rastî êrîşa bombeyî hatin û di encam de 10 kesan jiyana xwe jidest da, zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûn.

Rayedarên polîsên Kerbelayê gotin, di demjimêrên serê sibehê de di encam bombeya li qada zebze ya li herêma Ferîha ku 3 km rojhilatê bajêre teqîn rû da û di dema ku yekîneyên parastin û tenduristiyê hatin mirî û birîndaran rakin teqîna duwem çêbû. Di her du teqînan de li gorî agahiyên destpêkê 10 kes mirin, zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûn. Rayedaran ragihand ku, rewşa hinekan girane, her wiha fikar hene ku hêjmara miriyan zêde bibe.

Sibe li bajarê Kerbelayê ji beriya serdana “Şabaniye” ku ji 12 îmaman dayîkbûna Îmam Mehdî dê bihata pîrozkirin, lê li rexmî ewlekariyên berfireh jî êrîş pêkhatin. Ji ber sedema serdana sibe di çarçoveya ewlekariyê de 33 hezar leşker û polîs hatin erkdar kirin.