Li Kaniya Xezalan kokteyla çeteyan a li pêş çavan

Li gorî vegotinên gel; wesayîtên MÎT'ê tim û tim dikevin TMO û xeraja şaredariyê û bi çeteyên berî wan diçin van cihan re hevdîtin tên kirin.

Dewleta Tirk a ku bêtehemûliya xwe ya li hemberî azadkirina Girê Spî (Til Ebyad), bi girtina Deriyê Sînor ê Akçakale nîşan da û di her firsendê de guleyan ber dide çeperên YPG'ê, vê carê jî li Kaniya Xezalan (Akçakale) rêxistinên çete organîze dike ku pê êrîşî Girê Spî bike.

Ji aliyê hemû ajokarên qemyonan ve tê zanîn, ku dema Girê Spî di destê çeteyên DAIŞ'ê de bû, alîkariya lojîstîk a ji bo Reqqayê ji Deriyê Sînor ê Akçakaleyê dihat derbaskirin. Ji Hezîrana 2015'an û vir ve, piştî ku Girê Spî ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin, deriyê sînor bi temamî hat girtin û bi ti awayî destûra derbaskirina tiştekî nayê dayîn.

LI KANIYA XEZALAN ÇETE DIGERIN

Li ser xetê, li aliyê Kaniya Xezalan rewş gelekî xetere ye. Li navçeya ku gelek rêxistinên çete lê digerin, bi taybetî li taxên li ser sînor tevgereke cidî heye. Li navçeya ku kokteyla çeteyan li ser kar e, rêxistinên çete yên El Nûsra, DAIŞ, Artêşa Azad û Ehrar El Şam ketine nava hev û li bajêr bi cih bûne. Balkêş e ku endamên çete yên li vê derê, gelekî bi rehetî li navenda sûkê ya bajêr û li nava taxan digerin. Herêma Toprak Mahsûllerî Ofîsî (TMO) û derdora wê, Xeraja Şaredariya Kaniya Xezalan a di destê AKP'ê de ye, cihên sereke yên ku ev çete lê dicivin e. Şêniyên navçeyê diyar kirin ku piştî Girê Spî ji aliyê YPG'ê ve hat azadkirin, liv û tevgera çeteyan a li van cihan zêde bûye û bi desteka dewleta Tirk û AKP'ê re plana êrîşek li dijî Girê Spî li van cihan tê kirin. Ger û tevgera çeteyan a bi dilrehetî li nava navçeyê, hevkariya leşker-polîs û çeteyan radixe pêş çavan.

QAÇAXÇITÎ NÎNE, LÊ GULEYAN LI QAÇAXÇIYAN DIREŞÎNIN!

Li ser xeta sînor, serê her pênc sed metreyî, ji maşînên zirxî yên ku 4 leşker tê de ne û yek ji wan çawişê pispor e, tevî ku tevgerek nîne jî guleyan li aliyê din ê sînor direşînin. Ev gulereşandina li hemberî çeperên YPG'ê gelek caran di çapemeniyê de xuya kiribû. Kesekî ku ji van êrîşên leşkerên Tirk gelek caran şahidî kiriye û ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe bêje got, "Leşkerên Tirk ji vê derê her tim guleyan direşînin. Dibêjin ku ew guleyan berdidin qaçaxçiyan. Lê belê piştî ku Girê Spî ket destê YPG'ê, qaçaxçitî qediya. Kesek naçe karê qaçaxçitiyê. Ji bo êrîşî Kurdan bikin li bahaneyan digerin. Ji xwe li bin xetê tevgerek nîne. Min bi xwe berê qaçaxçitî dikir. 5-6 meh in karê qaçax qediya. Kesek nikare bike. Yên dikin hebin jî, bi agahiya leşkeran dikin. Em jî dibihîzin, ku dema ji çawişên pispor re 200 heta hezar dolar were dayîn, destûra qaçaxçitiyê ji wan re tê dayîn."

LI KANIYA XEZALAN, MÎT BI ÇETEYAN RE ÇI PLANÊ DIKE?

Kesekî bi navê Memdûh ê ji Kaniya Xezalan anî ziman ku li Kaniya Xezalan çeteyên tevlî jiyana sivîl bûne, bi rayedarên MÎT û leşkerî re tevdigerin û got, "Ev kesên ku hînê duh weke yên mirovan serjê dikin û bajaran hilweşînin dihatin nîşandan, êdî di nava me de bi rehetî ji xwe re digerin. Bi me re didin û distînin. Rewş îro bi vî rengî ye, lê sibe wê çi bibe em bi wê nizanin." Memdûh da xuyakirin, ku ji sedî 70 ê kesên di bin navê penabertiyê li Kaniya Xezalan dimînin sempatîzanên çeteyan e û beşek ji van jî yekser çete bi xwe ne.

MÎT Û ÇETE DI NAVA HEV DE NE

Di rewşeke bi vî rengî ya li bajêr de endamên MÎT'ê jî bi wesayîtên bi marka Clîo, Fellûce, Doblo û Ranger timî digerin. Şêniyên navçeyê dibêjin ku endamên MÎT'ê yên bi van wesayîtan digerin, ji bo balê nekişînin her dur ojan carekê plaqeya xwe diguherînin.

Li gorî vegotinên gel; wesayîtên MÎT'ê tim û tim dikevin TMO û xeraja şaredariyê û bi çeteyên berî wan diçin van cihan re hevdîtin tên kirin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku di dema dawî de yekîneyên tîmên taybet ji Dêrsimê hatine navçeyê û ev yekîne li ser sînorê Girê Spî-Kaniya Xezalan hatine bicihkirin.

ÇETEYÊN DAIŞ'Ê YÊN DEMA DERBASÎ KANIYA XEZALAN BÛN Û DÎMENÊN WAN HATIN KIŞANDIN LI KU NE?

Her wiha weke ku tê zanîn, dema YPG/YPJ'ê Girê Spî azad kirin, bi dîmen û wêneyên di çapemeniyê de hatin weşandin re çend ji çeteyên DAIŞ'ê yên bi leşkerên Tirk re samîmî bûn, derbasî Kaniya Xezalan bûbûn. Hînê nayê zanîn ku ev çete li ku ne.

...