Li kampa penaberên Suriyeyê ya li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di encama pevçûna qewimî de 25 kes birîndar bûn.
Bûyer duh di saetên dereng yê şevê de li Bajarê Kon yê Telhamut ku 17 hezar penaberên Suriyeyê lê dimînin pêk hat. Pevçûn din ava du koman de pêk hat. Bi tevlibûna kesê derdorê re pevçûn mezin bûn. Cendermeyan mudaxale kir lê di nava wan de zarok jî hebûn bi giştî 25 kes birîndar bûn. Kesên birîndar birin nexweşxaneya Sahra ya bajarê kon û 7 kes jî birin nexweşxaneya Rihayê.
Piştî pevçûnê ji bajar yekineyên cenderme û polîsan takviyeyê bajarê kon kirin û rayedaran got rewş di bin kontrolê de ye.