Li Îpekyolû li dijî wesayîta leşkerî çalakiya sabotajê
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku êvara 11’ê Tebaxê li Taxa Hacibekîr a girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê li dijî wesayîtek zirxî çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku êvara 11’ê Tebaxê li Taxa Hacibekîr a girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê li dijî wesayîtek zirxî çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê destnîşan kir ku wesayît hatiye derbkirin, lê hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku duh danê êvarî jî li stasyonek bazê ya li Îpekyolûyê çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin.
LI WANÊ LI DIJÎ WESAYÎTA ZIRXÎ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniya nivîskî de ev agahî parve kirin:
“11’ê Tebaxê danê êvarî dema wesayîtek zirxî li Taxa Hacibekîr ya navçeya Îpekyolû ya Wanê dewriye digeriya, yekîneyên me çalakiyek sabotajê li dar xistin. Ev wesayît hate derbkirin, lê hejmara dijminên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.
Duh êvarî saet 23.30’an yekîneyên me li dijî stasyonek bazê ya li navçeya Îpekyolûyê çalakiyek sabotajê li dar xistin û ev stasyona bazê îmha kirin.
LI CIZÎRÊ KEYEYEKÎ KU HEVKARIYA AKP’Ê DIKE HATE HEDEFKIRIN
10’ê Tebaxê saet 08.30’an yekîneyên me li Cizîrê şexsê bi navê Mehmet Zekî Macatay (Mûhtar Zekî) ê ji ber hevkariya wî ya bi AKP’ê û dewletê re bi çendan caran deng li hat kirin hate hedefkirin û bi giranî birîndar bû.”