Li Hezexê şer giran e

Li navçeya Şirnex Hezexê, ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan lê dewam dikin, şerekî dijwar diqewime. Şer li taxa Tûrgût Ozal giran bûye. Gelek ambûlans sewqî vê taxê hatin kirin.

Li navçeya Şirnex Hezexê, dagirkerî û terora dewleta Tirk di roja 15. de ye.

Êrîşên bi tank, top û maşînên zirxî yên li hemberî taxa Tûrgût Ozalan dewam dikin. Li ser bersiva hêzên YPS'ê şerekî dijwar derket.

Hat ragihandin, şerê niha diqewime ji dema destpêka qedexeyê û vir ve şerê herî giran e. Li gorî agahiyan gelek ambûlans sewqî herêmê hatine kirin.