Li navçeya Şirnex Hezexê, êrîşên hêzên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê di roja 4. de dewam dikin. Li taxa Tûrgût Ozalê ku êrîş li ser giran e, xaniyekî li kolana Adîle Naşît ji ber topbaranê hilweşiya. Abdulcelîl Gasyak ê guhê wî giran e, di binê vî xirbeyî de ma û bi giranî birîndar bû. Tevî ku agahî ji hêzên dewletê re hat ragihandin jî, çekdarên dewletê guleyan li vê malê direşînin.
BOMBERDÛMANA BÊNAVBER
Li navçeya ku êrîşên bi tank û topan lê didomin, bi taybetî tankên li herêma avahiyên TOKÎ û gundê Dîrseklî bi cih bûne, ev 3-4 saet in bênavber êrîş dikin. Li ser navçeyê pêgerên hewayî yên bê mirov ên keşfê digerin. Li aliyê din, hêzên dewletê bi şikandina deriyan ketin hundirê hin malên li semta Yenîmahale ya xendek lê nîne û ji xwe re kirin çeper. Ji navçeyê dû radibe.