Li Hezexê di dema protestoya tecrîdê de pevçûn

Li Hezexê di dema protestoya tecrîdê de pevçûn

Li navçeya Hezex ya Şirnexê di navbera girseya ku xwest tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û polîsên AKP’ê de pevçûn derket.

Li navçeya Hezexa Şirnexê bi sedan kesên lihev civiyan tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî şermezar kir. Girseya ku li Parka Aştî ya li taxa Turgut Ozal civiya flamaya kesk û sor û zer û pankarta "Nasnameya azad, Rêbertiya Azad, Xweseriya Demorkatîk" vekirin. Girseya ku piraniya wan ji ciwanên jin û xort pêk dihat cadeya Adîle Naşîtê ji trafîkê re girtin û bê navber dirûşmeyên wekî, "Bê Serok Jiyan nabe" û "Ocalan" berz kirin.

Girseya ku li ber markêta Admarê civiya pişt re ber bi navenda sûkê ve meşiyan, rastî êrîşa polîsên AKP’ê y a bi TOMA û panzeran li ber mala mamosteyan hat. Polîsên AKP’ê xwest meşê asteng bikin. Ciwanan jî astengkirina polîsan bi fîşekên hewayî bersivandin. Jinên derûdor jî bi zimêr û çepikan piştgirî dan çalakvanan.

Polîsên AKP’ê li ser vê yekê bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir. Di bûyerên ku li ser mudaxeleya polîsan destpê kir de welatiyên li malên xwe rûniştibûn jî ji bombeyên gazê ya polîsan bibandor bûn. Pevçûnên ku li ser cadeya Adîle Naşîtê zêde bûn heta derengî şevê berdewam kir. Hat hînbûn ku di bûyeran de tu kes birîndar nebû.