Li Hezexê bi zorê koçberî hat destpêkirin
Li Hezexê çeteyên hêzên dewleta Tirk bi topan malek hilweşandin, malbata Dogan a ji 8 kesan pêk tê ya ku di malê de dijiya hatin binçavkirin û piştre li derveyî navçeyê hatin danîn.

Çeteyên dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser navçeya Hezexê ya Şirnexê malan hildiweşînin û bi zorê gel ji malan derdixin. Çeteyên dewleta Tirk ji saetên sibehê ve Taxa Yenîmahaleyê didin ber topan, mala Hakî Dogan û Leyla Dogan ên hevser in ji ber sedema topan hilweşiya. Piştre malbata Dogan û 6 zarokên wan û xwarziyê Hakî Dogan Şerafetîn Dogan (20) ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyeta Hezexê. Piştî kar û barên li Emniyetê, malbata Dogan û zarokên wî hatin berdan û hat diyarkirin ku kar û barê Şerafettîn Dogan hê jî li emniyetê didome.
Malbata Dogan piştî serbest berdanê ji aliyê polîsan ve ji derveyî navenda navçeyê hatin danîn.