Li Hezexê 8 tîmên taybet hatin kuştin

Li Hezexê, di encama çalakiya li hemberî maşîna zirxî ya bi tîpa 'akrep' de, 8 tîmên tevgera taybet ên Tirk hatin kuştin.

Li navçeya Şirnex Hezexê, êrîşên dewleta Tirk ên bi mehan e pêk tên, bi tank û topan didomin. Ji duh êvarê û vir ve, ji ber topbaranê li taxa Yenîmahalleyê 5 mal şewitîn.

8 ENDAMÊN TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Li aliyê din, hêzên YPS û YPS-Jin duh danê nîvro li taxa Yenîmahalle li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa kobra çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 8 polîs û lekşerên tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin.

Maşîna zirxî ya ku ji ber çalakiyê nema dikare bê bikaranîn, hînê li cihê bûyerê ye.