Li Hezexê 3 kes hatin girtin

Li Hezexê 3 kes hatin girtin

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji 6 kesên ku duh di serdegirtina malan de hatin binçavkirin jê 3 kes hatin girtin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê yekîneyên midûriyeta polîsan bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 6 kes binçavkirin. Kesên bi navê Hamza Uras, Rezan Uras, Botan Bayram, Egîd Gasyak, Azad Mendeş û Sînan Teber piştî sewqî dozgeriyê hatin kirin, 4 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta Dadgeha Sulh Ceza ji 4 kesan kesek serbest berda û derbarê Azad Mendeş, Egîd Gasyak û Botan Bayram de biryara girtinê da. Dadgehê 3 kesên ku der barê wan de biryara girtinê da şandin Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyatê.

Hamza Uras û Sinan Teber ku li Midûriyeta Polîsan tên girtin, li bendê ye ku sibê sewqî dadgehê bên kirin.