Li Hewlêr tecrîda li ser Ocalan bi meşa meşaleyî hate şermezarkirin

Li Hewlêr tecrîda li ser Ocalan bi meşa meşaleyî hate şermezarkirin

Bi boneyê şermazerkirina tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê meşeke meşaleyi hate lidarxistin. Li ser navê Ciwanên Welatparêzên Kurdistan Ciwan Abdurahîm diyar kir ku, ev tecrîta li ser Rêberê PKK’ê şermezar dikin.

Çare yekem li Paytexta Herema Kurdistana ya Federal li Hewlêr meşeke bi meşale ji bo şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah hate lidarxistin. Meş ji aliyê Ciwanên Welatparêzên Kurdistan heta organîze kirin û bi sedan kes beşdar bû.

Meş li gerekê Îskan li ber bexçeyê Ronakî despêkir û heta navenda bajêr ber qela Hewlêr kasî 5 km dewam kir. Di meşê girse bê navber durişmên wek “Bê rêber jiyan nabe, bijî Serok Apo, Faşîst Erdogan, Başkûr, Başûr, Rojhilat Apo Serokê welat, Bijî şoreşa Rojava, Bijî Ocalan, Şer şer ji azadî şer” qêriyan. Di dawiya meşê de li sernavê Ciwanên Welatparêzên Kurdistan Ciwan Abdurahîm diyar kir ku, ev tecrîta li ser Rêberê PKK’ê şermezar dikin û wiha got:

"Tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi armanca bêhêz kirina tevgera Kurd bû, lê îro li vir em dibînin gelê Kurd ji hemû dema bihêztire. Ev saleke em gelê Kurd ji Rêberê xwe agahdar nîne. Dewleta Erdogan bi tecrîta li ser Rêberê me dixwaze gelê Kurd bê îrade bike. Lê îro gelê Kurd bi raperînekî bê hempa li ser piyane. Ev raperîna gelê Kurd planên hemû dijminên Kurd pûç dike.”

Ciwan Abdurahîm da zanîn ku, gelê Kurd îro li Rojavayê Kurdistan şoreşek bê xwîn pêktîne ev wek Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê şoreşa Gelê Rojavayê Kurdistan silav dikin û wiha got: “Îro li Rojavayê Kurdistan gelê Kurd şoreşek bê xwîn pêktînin. Em wek gelê Başûrê Kurdistanê şoreşa Gelê Rojavaya Kurdistan silav dikin. Rêber Apo bi salan xizmeta Rojavayê Kurdistanê kir, îro ev şoreşa jî bersiva herî rast ya Gelê Rojavayê Kurdistanê ye.”

Ciwan Abdurahîm xwest ku, rêveber û serokên Herêma Kurdistanê ji bo azad kirina Ocalan hewl bidin û wiha got; “Daxwaza me ji hemû serokên herêma Kurdistanê eve ku hemû hewildanên xwe ji bo azad kirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bikar bînin. Dîsan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî dibêjin ku, berjewendiyê gelê Kurd li gel dewleta Tirkiye nîne. Heke nêzîkatiyekî wiha hebe dibe ji bîra me neçe ku heta niha jî dewlata Tirk mafê Kurd napejirandiye.”

Di meşe de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Alên PKK’ê û KCK’ê hatin rakirin. Meş li ber qela Hewlêr di bin ewlekariya hêzên asayişa Herêma Kurdistanê de bi aramî bi dawî bû.