Li Hesekê Serçeteyekî DAIŞ’ê yê Tûnisî hate kuştin

Di şer û pevçûnên li Taxa Zihûr ku hê didomin serçeteyekî DAIŞ’ê yê Tûnisî jî di nav de bi dehan çete hatin kuştin, cenazeyên 18 çeteyên DAIŞ’ê ketin destê şervanên YPG’ê.

Di şer û pevçûnên li Taxa Zihûr ku hê didomin serçeteyekî DAIŞ’ê yê Tûnisî jî di nav de bi dehan çete hatin kuştin, cenazeyên 18 çeteyên DAIŞ’ê ketin destê şervanên YPG’ê.

Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan ANHA’yê şer û pevçûnên li Taxa Zihûr a başûrê Hesekê ku di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê rû dan berdewam dike. Di pevçûnan de serçeteyekî DAIŞ’ê yê Tûnisî Ebû Umer El-Tûnisî jî di nav de bi dehan çete hatin kuştin. Cenazeyê Ebû Umer El-Tûnisî jî di nav de cenazeyên 18 çeteyan ketin destê şervanên YPG’ê. Her wiha hêzên YPG’ê dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan.