Li Hesekê rewşa dawî – ÇAVDÊRÎ
Li Hesekê pevçûnên di navbera rejîma Sûrî û çeteyên DAIŞ’ê de didomin. Xeleka parastinê ya YPG-YPJ’ê ava kiriye jî, tehdîda li ser bajar hinek be jî kêm kiriye. Lê ji bo bajar hîna tehdîda DAIŞ’ê ji holê ranebûye.
Li Hesekê pevçûnên di navbera rejîma Sûrî û çeteyên DAIŞ’ê de didomin. Xeleka parastinê ya YPG-YPJ’ê ava kiriye jî, tehdîda li ser bajar hinek be jî kêm kiriye. Lê ji bo bajar hîna tehdîda DAIŞ’ê ji holê ranebûye.
Pevçûnên li Hesekê yên di navbera rejîma Sûriye û çeteyên DAIŞ’ê de ev du hefteye berdewam dike. Ji rojên destpêkê yên şer heta niha çeteyên DAIŞ’ê li dijî hêzên rejîmê pêşketinek mezin bidest xistin û şervanên YPG-YPJ’ê jî li herêmên ku di bin kontrola wan de ne, xeleka parastinê xurt kirin.
MUQANNAÎNAN REF GUHERTIN
Piştî ku zarokên baş yên rejîmê Muqannaîn ên girêdayê Ahmet Helle, alî guhertin şûnde, çeteyên DAIŞ’ê cihên wekê Panorama, Neşwa û Wîran bê şer girtin. Ev îxaneta di nav rejîmê de hat jiyîn, çeteyên DAIŞ’ê jî li ser Hesekê wek tehdîdek mezin hiştibû. Ji ber vê sedemê ji taxên mezin ên Wîran, Neşwa û Ezîzî koçberiyek mezin hat jiyîn û bi sedan leşkerên rejîmê li cem YPG’ê stirîn. Gelê koç kir jî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve li kampa Roj a li bajarê Dêrikê hat avakirinê, bi cih bû.
Piştî çeteyên DAIŞ’ê di alî dawî yê taxa Eziziyê ket hundir, şervanên YPG-YPJ’ê xeleka parastinê berfireh kirin û mudaxaleyê şer kir. Di pevçûnên din ên navbera çeteyên rejîm û DAIŞ’ê de gelek lîderên eşîrên Ereb, daxwaz kiribûn ku YPG-YPJ mudaxaleyê şer bike.
Bi berfirehkirina xeleka parastinê re, şervanên YPG’ê destur neda ku çeteyên faşîzan yên DAIŞ’ê Hesekê dagir bikin û her wiha gundên Maruf û Hamra yên ku DAIŞ’ê wek rêya taqwiyeyê bikardianî azad kir. Her wiha ewlehiya girê Kew Kep û di heman demê de kontrola rêya diçû Hoole girtin. Bi vî awayî Vîlayet-î Sor jî ket bin xeleka şervanên YPG û YPJ’ê. Şervanên YPG û YPJ’ê ku çeteyên DAIŞ’ê kirin tengezariyê, bi vî awayî darbeyeke mezin li çeteyan xist.
JI ALIYÊ ROJAVA VE PÊŞ KETIN
Şervanên YPG-YPJ’ê li dijî çeteyên faşîzan yên DAIŞ’ê berbi Hesekê ve pêşketineke mezin dan ber xwe û li alî rojavayê bajar jî pêşketinên mezin dan ber xwe. Bi taybet jî li rojavayê bajar demek berê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên mezin hatibûn jiyîn. Şervanên YPG û YPJ’ê dora Pira Spî ya nêzî gundê Ebyad ya li kontarên Çiyayê Kizwan bû girt û rêya taqwiyeyê ya ji Rakkayê diçe Hesekê xist bin kontrola xwe û êrîşa li ser Hesekê zivik kir.
Li gorî agahiyên ku berê ji çavkaniyên herêmê hatibûn girtin, rejîma Sûriyeyê bombeyên Nepalê avêtine gundê Ebyad. Hêzên rejîmê ku bawer kirine hemû çete ji gund paqij bûne û ketine gund, rastî kemîna çeteyan hatine. Di vê kemînê de cigirekî fermandar jî di nav de 30 leşkerên rejîmê hatibûn kuştin. Piştî êrîşa mijara gotinê ye, hêzên rejîmê Pira Spî ji çeteyên DAIŞ’ê re hişt û bi vî awayî jî êrîşên li dijî Hesekê dest pê kirin.
Şervanên YPG û YPJ’ê xeleka parastinê berfireh kirin û hinek be jî tehdîda li ser Hesekê kêm kirin. Lê ev nayê wateya ku xetere qedyaye. Bi taybet li taxên Neşwa û Wîran hêzên rejîmê hîna li hember çeteyê DAIŞ’ê pêşketinek çênekirine. Ji ber vê tê gotin ku hêza mîlîs a girêdayê eşîra Şihêtat a herêma Dêra Zor hatiye taqwiyekirin. Lê li gorî çavkaniyên herêmî ev hêzên Hecdil Şebabin.
Li gorî agahiyên ku nehatine piştrastkirin wê li herêmê geşedanên nû çêbibin.
Li aliyê din jî 7 cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê rejîmê ve hatibûn darvekirin û li nêzî herêmên Kurdan hatibûn şewitandin jî, pirsa ‘gelo bi lîstikênqirêj dixwazin peyamê bidin gelê Kurd’ tîne hişê mirovan.