Li Hesekê 4 kesan ji ber mayînên çeteyan jiyana xwe ji dest dan

Li rojhilatê Hesekê otobusa rêwiyan li mayîna çeteyan qelibî. Di teqîna mayinê de 4 rêwiyên di otobusê de jiyana xwe ji dest dan.

Li rojhilatê Hesekê otobusa rêwiyan li mayîna çeteyan qelibî. Di teqîna mayinê de 4 rêwiyên di otobusê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê, saet di 19.30’ê êvarê li gundê Micêbre yê 13 kîlometre li rojhilatê bajarê Hesekê, mayîna çeteyan bi cih kiribû bi otobusa rêwiyan de teqiya. Çavkaniyên tenduristiyê ji nexweşxaneya Hesekê ragihandin ku di encama teqînê de 4 kesên ji malbata Menat ku yek ji malbatên şêxên eşîra Bege ya Ereb e, jiyana xwe ji dest dane û 4 kesên din jî birîndar bûn. Ji 4 kesên jiyana xwe ji dest da nasnameya Himêdî Menat diyar bû.