Li herêmên Gerîla tevgera hewayî didome

Tevgera balafirên şer ên Tirk û pêgerên hewayî yên keşfê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didome.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkîldarî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk û çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku 4’ê Kanûnê saet 09.00-09.30’an li hember leşkerên xwe li derdora girê Şehîd Zerdeşt ê li sînorê herêma Oremarê ya girêdayî navçeya Gever a Colêmêrgê, hêzên gerîla çalakî li dar xistin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin, da xuyakirin ku piştî çalakiyê artêşa Tirk herêmên derdora xwe û herêma Şehîd Rahîme da ber obus û hawanan.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: “4’ê Kanûnê saet 16.00-21.00’an li ser herêma Xakûrkê, saet di navbera 10.00-11.00’an , 21.00 û 5’ê Kanûnê saet 01.30’an de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha 4’ê Kanûnê saet 12.00-14.00’an li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer çêbû.” 

HPG’ê destnîşan kir ku têkîldarî çalakiya sabotajê ya ku 2’ê Kanûnê gerîlayan li dijî otobusek girêdayî Rêxistina Istîxbarata Jenderme ya li navçeya navend a Artûklû ya Mêrdînê, agahî bidest xistine û wiha da xuyakirin: “Tevahî leşkerên di vê wesayîtê de di asta albay û yarbayan de ne. Piştî çalakiyê 20 ambûlans hatin, mirî û birîndarên xwe rakirin. Bi taybet detayên vê çalakiyê ji medyayê hatiye veşartin û ji bo veşartî bimîne jî tedbîrên taybet hatine pêşxistin.”