Li Herêma Kurdistanê jiyana bijîşkan di metirsiyê de ye

Li Herêma Kurdistanê jiyana bijîşkan di metirsiyê de ye

Dr. Jile Zahîr Rojbeyanî Hewlêr li êrîşên di dema dawî li ser pijîşkan pêktên civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku, ger parastina bijîşkan neyê kirin û qanûnek taybet ji bo parastina doktoran neyê derxistin wê biçin grevê.

Li dijî êrîşên li hemberî bijîşkan, bijîşkên (doktor) herêma Kurdistan li Nexweşxaneya Komarî ya Hewlêr civîna çapemeniyê pêk anî. Dr. Jile Zahîr Rojbeyanî daxuyani xwend û diyar kir ku, ger parastina bijîşkan neyê parastin û qanûnek taybet ji bo parastina bijîşkan neye derxistin wê biçin grevê. Rojbeyanî, bi 5 xalan daxwazên xwe diyar kiri û wiha got:

“Ji bo raya giştî, Serokwezîr û serokê herêma Kurdistanê ev çend roje li nexweşxanê herêma Kurdistanê êrîş li dijî bijîşkan pêktên û herî dawî jî, li nexweşxaneya fêrkarî ya Hewlêr êrîşek li ser bijîşkên dil pêk hat. Niha li nexweşxanêyên herêma Kurdistanê ewlehiya bijîşkan tineye. Em van êrîşan şermezar dikin û wiha daxwazên xwe anîn ziman:

"Divê ev kesên êrîş pêk anîne bên cezakirin. 2- Divê kesên li cem êrîşkaran bibin şahid. 3 Divê di nava 48 seatan de hêzek parastinê ji bo nexweşxaneyan bên avakirin. 4- Divê li hemberî êrîşkaan qanûnek bê avakirin. 5- Divê bi lezgîn sendîkaya bijîşkan bê avakirin.