Li herêma gêrîlayan rê kontrol kirin pevçûn derket

Li herêma gêrîlayan rê kontrol kirin pevçûn derket

Li gundikên Navrezan û Rûbûsûn yên navçeya Şemzînanê gêrîlayên HPG'ê cara duyemîn kontrola rê pêk anîn pevçûn derket. Hate ragihandin ku ji ber herêm hate bombebarankirin şewat derket.

Li navçeya Şemzînana Colemêrgê piştî duh gêrîlayên HPG’ê rê kontrol kirin li herêmê operasyon hatibû destpêkirin. Îro serê sibê gêrîlayan li heman herêmê cara duwem rê kontrolkirin. Piştî gêrîlayên HPG’ê rê kontrol kirin li hermên Gevriyazînê û Xaranî yên girêdayî gundikên Navrezan û Rûbûsûn di demjimêrên derdora 15.50'an de pevçûn derket.

Ber bi herêmê ve tîmên taybet veguhestin û ji qereqolên derdorê ve jî herêmê tê bombekirin. Di encama bombebaranê de li daristanê şewatê destpê kir. Hate ragihandin ku, herêma ji aliyê 2 helîkopteran ve hate gulebarankirin û pevçûn berdewam dike.