Li hemberî êrîşa polîsên AKP'ê, gerîla Andok ji aliyê hezaran ve hat birêkirin

Li hemberî êrîşa polîsên AKP'ê, gerîla Andok ji aliyê hezaran ve hat birêkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ramazan Yilmaz (Andok Farqîn li hemberî hemû zext û êrîşên polîsên rejîma AKP’ê ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.

Malbata gerîlayên HPG'ê Cengiz Ozek (Erîş Gewer) û Ramazan Yilmaz (Andok Farqîn) ku di êrîşa 26'ê gulanê de li dijî Midûriyeta Polîsan a Pinarbaşiya Qeyseriyê de jiyana xwe ji dest dan, piştî encama testa DNA'yê diyar bû, cenazeyê zaroken xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê wergirtin. Cenazeyê gerîla Andok ji bo bispêrin axê birin Farqînê. Lê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin.

Cenaze ketina hundirê Amedê ji aliyê bi sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û karwan ber bi Farqînê bi rê ket. Karwanê cenaze li ser rêya Farqînê hat rawestandin. Polîsan ji malbata Yilmaz re got; “Fermana qeymeqamtiyê heye. Cihê ku malbat dixwaze, nikare cenaze di wir re derbas bike.” Ji ber vê jî alozî rû da.

Girseyê li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û rêya navçeyê li trafîkê girtin. Girseyê li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û rêya navçeyê li trafîkê girtin. Bi hezaran kesên ku helwesta polîsan protesto kirin dirûşimên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” qêriyan.

Li hemberî hemû zext û astengiyên polîsan, piştî wecibeyên olî yên li Mizgefta Haşoyê, bi hezaran kes darbestê hilgirtin û meşiyan gorristanê

DI ÊRÎŞÊ DE BIRÎNDAR ÇÊBÛN

Piştî demek kin polîsên AKP’ê bi wesayîtên TOMA’yê êrîşê girseyê kirin. Di êrîşa bi ava şid de, girseyê nerazîbûnên tund nîşanî êrîşa polîsan dan. Bi hezaran kesî bi molotof û keviran bersiv dan êrîşa polîsên tirk. Meşê heta ser gorristanê berdewam kir. Hat ragihandin ku di rê de gelek kes di encama êrîşa polîsan de birîndar bûn an jî li ser hişê xwe çûn

Di êrîşa polîsan de Hamdî Ozyandi yê 50 salî birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê rakirin Amedê. Di meşê de bê navber dirûşimên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.