Li hember reşkirina delîlên qetlîama dewleta Tirk ‘gilî’
Der heqê jineke ku tê gotin ji aliyê hêzên dewleta Tirk li Cizîrê hatiye qetilkirin û parçeyên cesedên li qiraxa Ava Dîcle hat dîtin û têkîldarî ji holê rakirina delîlan gilî hate kirin.
Der heqê jineke ku tê gotin ji aliyê hêzên dewleta Tirk li Cizîrê hatiye qetilkirin û parçeyên cesedên li qiraxa Ava Dîcle hat dîtin û têkîldarî ji holê rakirina delîlan gilî hate kirin.
Der heqê jineke ku tê gotin ji aliyê hêzên dewleta Tirk li Cizîrê hatiye qetilkirin û parçeyên cesedên li qiraxa Ava Dîcle hat dîtin û têkîldarî ji holê rakirina delîlan gilî hate kirin. Parêzer Fîlîz Olmez a gilî kiriye, bal kişand ku parçeyên cenaze bi xirbeyan avêtine avê û kovunên çekan ên hêzên dewletê bikar anîne hatine komkirin, daxwaz kir ku şandeyên serbixwe cihê bûyerê lêkolîn bikin.
Di êrîşên qirkirinê yên 73 roj in li navçeya Cizîr a Şirnexê dimeşin de têkîldarî reşkirina delîlên der heqê qetlîaman de gilî hat kirin. Herî dawî 18’ê Sibatê hat diyarkirin ku jinek ji aliyê polîsan hatiye binçavkirin, li înşaata li Kolana Yakişan a Taxa Şah bi awayekî hatiye înfazkirin hat dîtin, Parêzer Fîlîz Olmez li Dozgeriya Komarê ya Cizîrê gilî kir. Olmez di gilî de cih da îfadeyên şahidan, daxwaz kir ku şal û mînakên xwînê yên li cihê bûyerê bên lêkolînkirin.
Her wiha Olmez bal kişand ku hêzên dewletê hewl didin delîlên li jêrzemînên ku înfazên komî pêk hatin û taxên din ji holê rake, diyar kir ku divê şandeyên serbixwe li cihê bûyeran lêkolîn bikin. Olmez daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a “Operasyon bi dawî bûn” bi bîr xist, wiha got: “Li bajar ti problemê ewlehiyê tineye. Dozger û şandeyên serbixwe dikarin li cihê bûyerê lêkolîn bikin.”
Olmez ji bo lêpirsînek cîdî anî ziman ku divê demildest delîlên heyî bên komkirin, wiha axivî: “Bi dehan welatiyên li jêrzemînan jiyana xwe ji dest dane hene. Li Ava Dîcleyê di xirbeyan de parçeyên cesedan hene. Kuvanên çekên hêzên dewletê tên komkirin. Malên ku gelek sûc tê de pêk hatine bi temamî ji holê tên rakirin.”