Li hember qetilkirina Elçî bertek didomin
Li bajarên wekî Agirî, Îdir, Osmaniye, Êlih, Şirnex û navçeya Elbaka Wanê bi hezaran ji bo şermezarkirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daketin kolanan.
Li bajarên wekî Agirî, Îdir, Osmaniye, Êlih, Şirnex û navçeya Elbaka Wanê bi hezaran ji bo şermezarkirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daketin kolanan.
Li bajarên wekî Agirî, Îdir, Osmaniye, Êlih, Şirnex û navçeya Elbaka Wanê bi hezaran ji bo şermezarkirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daketin kolanan. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku Elçî elçî ji hêla dewletê ve hatiye qetilkirin. Her wiha di daxuyaniyan de êrîşên li ser Nisêbîn û Dêrikê jî bi tundî hatin şermezarkirin.
AGIRÎ
Parêzerên Baroya Agiriyê bi armanca şermezarkirina qetilkirina Elçî li ber bînaya edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê parêzeran Serokê Baroya Agiriyê Alî Artuk daxuyanî xwend. Artuk bal kişand ser sekna Elçî ya aştîxwaz û wiha got: "Elçî her tim aştî xwest. Di şert û mercên herî giran de dest ji daxwaza aştiyê berneda. Lê bedela vê hewildan û daxwaza xwe jî bi jiyana xwe da. Daxwaza Elçî êdî emanetî me ye."
WAN/ELBAK
Li navçeya Elbaka Wanê jî bi armanca şermezarkirina êrîşên dewletê jiyan hate rawestandin. Tevahiya esnafên navçeyê darabeyên xwe jirtin û beşdarî meşa ji hêla HDP, BDP û şaredariyê ve hate lidarxistin, bûn. Girseya li ber avahiya DBP'ê hate cem hev di bin barina berfê de bi pankarta, "Em te ji bîr nakin qasidê aştiyê" heta Kolana Kadîr Saruhan meşiya. Girse li vir rêz girt. Li ser navê girseyê Heserokê Rêxistina DBP'ê ya Navçeya Elbakê Senar Yeşîlirmak axivî. Yeşîlirmak diyar kir ku ew guleya Elçî qetil kiriye baş nasdikin û wiha got: "Guleya li Amedê, li Pirsûs, Enqereyê, Gever, Nisêbîn û li tevahiya Kurdistanê tê nasîn. Em xwediyê guleyê jî baş nas dikin. Bila kes çîrokan ji me re nebêje."
ÎDIR
Li Îdirê jî bi heman armancê du daxuyanî hatin dayîn. Parêzerên Baroya Îdirê li ber Mala Parêzeran hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Baroya Îdirê Ozgur Kurban Gul li ser navê parêzeran daxuyanî da. Gul diyar kir ku Elçî hem hiqûqparêzek û hem jî qasidê aştiyê bû. Gul wiha got: "Dema biryara girtina wî hatî dayîn jî gotibû ku divê kurd û tirk li riyên jiyana bi hev re peyda bikin. Elçî kesek tiştên jê bawer dikir digot tiştên digotin başer dikir, bû. Heta dema jiyana xwe ji dest dayî jî daxwaza aştiyê kir." Komeleya Xwendekarên Welatparêz a Îdirê (I-YODER) û DEM-GENC'ê jî bi armanca şermezarkirina êrîşên dewletê yên li ser gelê kurd û qetilkirina Elçî li Kampûsa Suveren daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Bêrîvan Denîz diyar kir ku dewlet komkujiyên xwe didomîne. Denîz wiha axivî: "Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hate qetilirin, niha li Cizîr, silopî, Farqîn, Sûr, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên xwe didomîne. Wargehên kurdan tîne asta neyên bikar anîn. Sivîlan topbaran dike. Çawa komkujiyên berî niha hatin peçavtin, niha jî dixwazin vê komkujiyê jî bipeçêvin."
OSMANIYE
Nûnertiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Osmaniyê jî li Qada Komarê bi daxuyaniyekê qetilkirina Elçî şermezar kir. Nûnerê ÎHD'ê yê Osmaniyê Necmettîn Ozkan xwest ku di zûtirîn demê de kujerên Elçî bên peydakirin û darizandin. Ozkan bang li herkesî kir ku ji bo bi dawîbûna şerê tê meşandin, têbikoşe. Ozkan daxuyanî bi gotina, "Bimire faşîzm bijî şatî û têkoşîna me ya demokrasiyê" axaftina xwe bi dawî kir.
ŞIRNEX/SILOPÎ
Meclisa Gel a Silopiyê û parêzerên Baroya Şirnexê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Silopiyê hati ncem hev. Girseyê pankarta, "Teslîmiyet îhanetê, faşîzm têkçûnê û berxwedan serkeftinê tîne" vekir. Li ser navê girseyê Cîgira Hevserokên Şaredariya Silopiyê Rana Şavluk daxuyanî da. Şavluk diyar kir ku êrîş li hemberî azadî û demokrasiyê pêk tên û wiha domand: "Em dê her tim alîgirê aştî û biratiyê bin. Lê heta berpirsyarên komkujiyan neyên darizandin û cezakirin jî em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî û belav bû.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî têkildarî qetilkirina Elçî li ber avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagartir bi bîr xist ku êrîş ne tenê li ser mirovan li ser sewalan û xweza jî bandorek tahrîbkar dikin. Bagartir diyar kir ku Elçî jî wekî Musa Anter, Yusuf Ekîncî, Şevket Eepozdemîr, Medet Serhad, Faîk Candan, Vedat Aydin û gelek rêhevalên wan hatiye qetilkirin. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat. Her wiha Şaredariya Êlihê jî bi daxuyaniyek nivîskî qetilkirina Elçî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku zîhniyeta piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê pêvajoya komkujiyan hatiye destpêkirin Elçî jî qetilkiriye.