Li hember qereqola Pîlemûrî çalakî

Gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola di têketina navçeya Pîlemûrî ya Dersîmê bi roket û çekên lûledirêj çalakî li dar xistin. Hate hînbûn ku piştî çalakiyê şer dewam dike û herî kêm 3 leşkerên Tirk birîndar bûne.

Li hember Fermandariya Boluka Asayîşê ya Jendermeyan ku di têketina navçeya Pîlemûrî ya Dersîmê de ye, bi roketan û çekên lûledirêj ve çalakî hate lidarxistin. Piştî çalakiyê şer qewimî. Hate ragihandin ku şer hê jî dewam dike û ketin-derketina navçeyê hatiye girtin.

Hat ragihandin ku di şer de herî kêm 3 leşker birîndar bûne.