Li heman herêma Çewlikê wesayîta duwem hate şewitandin

Li heman herêma Çewlikê wesayîta duwem hate şewitandin

Îro li navçeya Dêra Hênê ya Çewlikê wesayîta ku erzaq ji qereqolê re dibin gêrîlayên HPG’ê rê lê qut kir û şewitand. Duh jî li heman noqtê wesayîtek şewitandibûn.

Gêrîlayên HPG’ê di demjimêrên şevê de li herêma Kelepîctepe pêşiya wesayîta ku erzaq ji qereqola leşkerî ya li gundê Yenîyazi ya navçeya Dêra Hêna Çewlikê dibir qut kir. Gêrîlayên ku ajovan serbest berdan agir bi wesayîtê xistin.

Duh jî di demjimêrên şevê de gêrîlayên HPG’ê rê li wesayîta di bin kontrola Hadîn Varan de ku erzaq ji qereqolê re dibin birîn û şewitandin.