Li Helepçeyê wê sibe çalakiyeke girseyî bê lidarxistin
Li Helepçeyê, mamoste û karmend wê sibe bi gel re dakevin kolanan.
Li Helepçeyê, mamoste û karmend wê sibe bi gel re dakevin kolanan.
Li Helepçeyê, mamoste û karmend wê sibe bi gel re dakevin kolanan.
Li Başûrê Kurdistanê, mamoste çalakiya boykotê yên ji ber krîza aboriyê û wernegirtina heqdestên xwe lidar dixin, didomîn in.
Karmend û mamosteyên li herêma Kurdistanê îro jî li gelek bajar û navçeyan çalakiyên xwe dewam kirin. Li Helepçeyê ku navnîşaneke çalakiyan e, wê sibe mamoste û karkmend bi gel re dakevin kolanan.
Hat ragihandin, ku di çalakiya protestoyî ya sibe de wê Waliyê Helepçeyê jî amade be.
HETA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN WÊ BIDOME
Boykota dibistanan a mamosteyan, ku ji ber nedayîna heqdestan hat destpêkirin, ev 20 roj in dewaem dike. Mamosteyên li Helepçe û Silêmaniyeyê îro jî daketin kolanan. Mamosteyan diyar kirin, ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.