Li Helebê wesayîteke çeteyan hat rûxandin

Şervanên YPG/YPJ’ê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê wesayîtek çeteyên El-Nûsra ya bi doçka barkirî rûxandin û di encama bersivdayîna erîşên çeteyan de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Şervanên YPG/YPJ’ê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê wesayîtek çeteyên El-Nûsra ya bi doçka barkirî rûxandin û di encama bersivdayîna erîşên çeteyan de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Di danê êvarî saet nêzî 17.00’an çeteyên El Nûsra û Ehrar El-Şam, êrîşî Taxa Şêxmeqsûd a Halepê kirin.
Şervanên YPG/YPJ’ê li ser rêya Kestêlo û Seken El-Şiqeyef a dikeve aliyê başûrê taxa Şêxmeqsûd û rêya Cendûl a dikeve rojhilatê taxê bersiva êrîşên çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam dan.

Şervanan YPG/YPJ’ê wesayîtek çeteyan a bi doçka barkirî rûxandin û di pevçûnên li herêmê rû dan de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Bersivdayîna êrîşên çeteyan ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê didome.