Li Helebê hêzên rejîmê êrîşê Kurdan kir: 3 mirî

Li Helebê hêzên rejîmê êrîşê Kurdan kir: 3 mirî

Hat ragihandin ku leşkerên rejîma Sûriyeyê li Helebê gulle li koma ji endamên Meclîsa Gel û komîteyên parastinê yên ji bo alîkariya erzaq bidin Kurdên ji ber şerê di navbera leşkerên Sûriye û muxalîfan de reviyane semta Şêx Meqsûdê, reşandin û di encamê de 3 Kurdan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF’ê yên Helebê dane, ev demek dirêj e şerên dijwar li Helebê şerên di navbera rejîma Esad a piştgirî ji Rûsya û Îranê digire û muxalîfên ku pitşgirî ji welatên Rojava, Tirkiye, Qetar û S.Erebîstanê digirin de diqewimin. Kurdên ji semtên pevçûn lê hebûn reviyan semta Şêx Meqsûd a ku piraniya wan Kurd in. Endamên Meclîsa Gel û komîteyên parastinê ji bo erzaq bigihînin Kurdên malên xwe hiştin, hewl dan, li rastî êrîşa hêzên rejîmê hatin di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan bûyer wiha qewimî; Pevçûnên dijwar semtên Heyderiye û Mesakîn Henen ên ku hejmarek a Kurdan lê hene diqewimin. Kurdên li vir ji ber êrîşan reviya semta Şêx Meqsûd a ku piraniya wê Kurd in.

Îro endamên Meclîsa Gel û yekîneyên parastinê ji bo alîkariyê dibe wan malbatan dest bi hewldanan kir. Koma ku xwest biçe Semta Tariq Eldab a ku erzaq lê tê belav kirin û ard, nan û pêwîstiyên din ji bo malbatên mexdûr bînin di rê de li rastî êrîşa hêzên rejîma Esad hatin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest û 11 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.

Navê kesên jiyana xwe ji dest dane; Mihemed Silo, Kamîran Mistefa, Ferhad Ebdî. Navên kesên birîndar; Cengo Kilot, Şiyar Ebdulqadir, Ebdula Ebdula, Derwîş Îso, Yusif Diyar Yusif, Ebdo Milind, Mehmûd Eto Eyûb, Mihemed Husên, Delîl Xelîl, Xelîl Heyder û Rêzan Ebdulqadir.

Hêjayê gotinê ye ku Heleb, piştî Şamê duwemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê ye û nêzî 600 hezar Kurd li Helebê dijîn.