Li Helebê derbeyên giran li çetayan hat xistin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku hêzên YPG derbeyên giran li çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam xistine.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku hêzên YPG derbeyên giran li çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam xistine.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir, hêzên YPG derbeyên giran li çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam yên ku di 20’ê Sibatê de êrîşek bi awayekî berfireh li ser Taxa Şêx Meqsûdê dabûn destpêkirin xistin.Di şer de 10 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û da xuyakirin ku hêzên YPG derbeyên giran li çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên ku di 20’ê Sibatê bi awayekî berfireh êrîşî li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê li dar xistin dan. Şerê ku li herêmê berdewam dikir heta roja 21’ê Sibatê jî berdewam kir.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê de wiha hat gotin: “ Roja 20’ê Sibatê çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê êrîşeke berfireh dabûn destpêkirin. Şerên ku li herêmên weke Seken Şebab, Seken Şîkeyf û Mûselesê hatin lidarxistin, hêzên me derbeyên giran li wan da.
Şerê ku li heremê destpê kir, heta saetên şevê yên roja 21’ê Sibatê jî berdewam kirin. Di şerên ku hatin kirin de ji aliyê hêzên me ve 2 wesayîtên aîdî çeteyan hatin îmhakirin û li gorî hat zelalkirin 10 çete hatin kuştin.”