Li Helebçeyê êrîşa DAIŞ’ê: 4 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ’ê li Helebçeyê êrîşî hêzên Pêşmergeyan kirin. Di şer de 4 çete hatin kuştin, 3 endamên asayîşê û Pêşmergeyek birîndar bû.
Çeteyên DAIŞ’ê li Helebçeyê êrîşî hêzên Pêşmergeyan kirin. Di şer de 4 çete hatin kuştin, 3 endamên asayîşê û Pêşmergeyek birîndar bû.
Duh di saetên şevê de di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên Pêşmegeyên de ku li gundên Giryan û Boyîn ên ku nêzîkî 15 km ji navenda bajêr û dikeve Rojhilatê Helebçeyê şer derket. Hat diyarkirin ku îro jî piştî şerê şevê û şandina hêzên teqwiye yên Pêşmege û hêzên Asayîşê, di saet 13:00-14:00’an de şer dîsa qewimî.
Di şerê ku rû da de 4 çete hatin kuştin, 3 endamên asayîşê û Pêşmergeyek birîndar bû. Hat diyarkirin ku piştî şer û şûn de çete ber bi çiyayê Şînerwe yê ku dikeve Rojhilatê bajêr ve reviyan û têkildarî jimara çeteyên li herêmê jî ti agahiyê zelela nehatin bidestxistin.