Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Helebce ji bo Rojava meş hate lidarxistin

Bi armanca piştgiriya bi gelê Rojava re bi tevlîbûna jin û ciwanan meşek li Helebceyê hate lidarxistin.

Li Helebceyê bi armanca piştgiriya bi gelê Rojava re bi tevlîbûna jin û ciwanan meşek hate lidarxistin.Welatî li navenda bazara Helebce li hev kom bûn û heta ber derê şaredariyê meşiyan.

Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi gelê Rojava re hate kirin û banga yekîtiya gelê Kurd hatin kirin.
Her wiha di çalakiyê de bang li hêzên navneteweyî û saziyên mafê mirovan hate kirin ku van êrişên ne rewa yên li ser gelê Kurd bidin sekinandin.

Di çalakiyê de Zanyar Elî wiha got: “Banga me ji bo hemû aliyên Kurdî yek deng bin. Bi rêya kampanyayê alîkariyê destê alîkariyê dirêjî zarokên Rojava bikin.”