HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a di 13’ê tebaxê de li navçeya Erzîna ya Hatay pêk hat de agahî da û diyar kir ku 5 polî hatine kuştin. HPG’ê dîlketina gerîlayek li Hatayê derewand û der barê rewşa dawî ya herêmên Colemêrgê yên di bin kontrola gerîlayan de agahî da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Erzîna ya Hatayê de herî kêm 5 polîs hatine kuştin.
LI HATAY 5 POLÎS HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a li Hatayê de ev agahî da; “Di 13'ê Tebaxê de di saet 23.30'an de li navçeya Erzîna Hatayê li dijî fermandariya cendermeyan, muduriyeta emniyetê, lojmanên qeymeqamtiyê û polîsên dewriye digeriyan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyên ji çar baskan ve hate lidarxistin de 5 polîs hatin kuştin, 4 polîs jî birîndar bûne.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku agahiya dîlketina gerîlayekî birîndar jî ne rast e ûw wiha hat gotin; “Piştî çalakiyan gerîlayên me bi awayeke saxlem gihîştine yekîneyên xwe.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê der barê çalakiya gerîlayan a li Pasûra Amedê de jî ev agahî da, “Di 14'ê Tebaxê de di navbera saet 19.30-21.00'an de li ser riya Pasûr û Amedê rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin cejna gel ê li wir civiyaye hatiye pîroz kirin û di derbarê pêşketinên pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin.”
REWŞA DAWÎ YA COLEMÊRGÊ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê rewşa dawî ya li navçeyên Colemêrgê de ev agahî da; “Serweriya di xeta Gever û Şemzînanê ya gerîlayên me hîn jî berdewam dike.Di 14'ê Tebaxê de hin çalakî hatine lidarxistin. Di vê çarçovê de;
Di 14'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-20.00'an de riya Şemzînan û Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin cejna gel ê li wir civiyaye hatiye pîrozkirin û di derbarê tevgera Şemzînanê ji gel re agahî hatiye dayîn. Di dema kontrolê de kemyoneke ji dijmin re erzaq dikişîne hatiye rûxandin, ajovanê wê Nazim Çîn jî hatiye binçavkirin.
Di 14'ê Tebaxê de di saet 24.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê di navbera herêmên Ketînê û Mawaya bi ser bajaroka Rûbarokê ne wesayiteke kar a ji bo avakirina qereqolan qûm dikişîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûaxndin.
LI ŞEMIZÎNANÊ BOMBEBARAN
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Artêşa dagirker a tirk ên bombebaranê xwe berdewam dikin, di 14'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li Colemergê li dijî çiyayê Çarçela ya di navbera navçeyên Şemzînan û Geverêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Dîsa di saet 21.30'an de li dijî Hacyan, Mergan û Gîpê ya bi ser Şemzînanê ye bi helîkoopterên kobrayan hatiye bombekirin.”
LI DIJÊ ÇALAKIYA 15’Ê TEBAXÊ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 14'ê Tebaxê de li navçeya Dihê ya Sêrtê li dijî karwanê artêşa dagirker a tirk ên ji bo mudaxelya pîrozbahiyên gel ên 15'ê Tebaxê yên hatiye qedexekirin, dihatin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de otobusek hatiye rûxandin, wesayiteke zirxî ya akrep derbe xwariye. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
Di daxuyaniyê de der barê serbestberdana Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun de jî wiha hat gotin;” Di 12'ê Tebaxê de Parlemenê CHP'ê Huseyin Aygun ê li ser riya Dersim-Pulurê hatibû binçavkirin piştî lêpirsînên wî qediya di 14'ê Tebaxê de serbest hatiye berdan.”
LI DIJÎ GUNDÊN ZAXOYÊ TOPBARAN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di 13'ê Tebaxê de di navbera saet 15.00-16.00'an de û di 14'ê Tebaxê de di navbera saet 20.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zaxoyê li dijî Gundê Bektorya û Kato Sûlê yên bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 12'ê Tebaxê de di set 06.00ê de di saet 06.00'an de li navçeya Hezoya Amedê li dijî herêma Girê Sor ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li daristanan destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”