Li gundên Geverê pevçûnên dijwar

Li gundên Geverê pevçûnên dijwar

Hate zanîn ku, piştî gundê Gulord hate bomebarankirin li herêma di navbera gundên Gulord û Şagulord de pevçûnan destpê kir. Li herêmê operasyona hate destpêkirin û heyeta ji nûnerên partiyên siyasî pêk dihat ku dixwestin li gund lêkolînan bikin ji ber pevçûnê vegeriyan Geverê.

Hate hinbûn ku, piştî Qereqola Sînava ya navçeya Geverê gundê Gulord bomebaran kir, li herêma di navbera gundên Gulord û Şagulord de pevçûnan destpê kir. Gundiyê bi navê Abdullah Akkurt têkildarî pevçûnan de agahî dan û wiha got: "Şevê din heya serê sibê gundê me hate bomebarankirin. Ji ber bombe baranê me gundê xwe vala kir û em çûn gundê nêz. Li vir tu ewlehiya me tuneye." Welatiyê bi navê Abdulgaffur Înce yê ji gundê Şagulord jî diyar kir ku, di navbera HPG'î û leşkeran de pevçûn derketin û li herêmê operasyon hate destpêkirin. Înce anî ziman ku, pevçûnên li herêmê destpêkirin berdewam dikin.

Hate angaştin helîkopterên kobra yên ji 34'emîn Fermdandariya Sînor ya Geverê rabûn ber bi herêma pevçûnê ve çûn. Heyeta di nav de hevserokên BDP û KCD'ê, parlementer, nûnerên partiyên siyasî ESP, ODP û EMEP'ê yên dixwastin li gundê hate bombebarankirin lêkolîna bikin ji ber pevçûnê vegeriyan Geverê.