Piştî ku gerîlayên HPG’ê 6 cerdevanên gundê Çeltîklîyê girtin, xizmên wan çekên xwe danîn. Vê carê jî artêşa Tirk ji bo gundên derdorê bikin cerdevan dest bi şidandina zextan kir. Hate zanîn ku Fermandariya Cendirmeyan a Bedlîsê bangî gundên Şena Bedo, Havinîs, Duhanşen, Kanahdere, Dereç, Tinar, Şatek, Kaskar û Şîzorê kiriye û zextê li wan dike ku bibin cerdevan.
Li gorî agahiyan, beriya 3 rojan, Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Bedlîsê bangî gundên Şena Bedo, Havinîs, Duhanşen, Kanahdere, Dereç, Tinar, Şatek, Kaskar û Şîzorê kiriye û zextê li wan dike ku bibin cerdevan. Gundiyek ji ber ewlehiya canêç xwe nexwest navê xwe aşkere bike, diyar kir ku rayedarên leşkeran diyar kirine ku ew ê pereyê cerdevanan bikin hezar û 500 TL. Gundî da diyarkirin ku fermandariyê ji wan re gotine mirovên xwe yên li metropolan jî razî bikin û bila bên li vir bibin cerdevan.
Tevî zextên Fermandariya Alaya Bedlîsê, hat ezanîn ku cerdevanên gundên Dûhanşen û Kanahdereyê lig undan digerin û zextan li wan dikin ku bibin cerdevan.
Piraniya gundiyên ku bi zextên cendirme û cerdevanan re rû bi rû dimînin, li hemberî zextan li ber xwe dikin û dibêjin ku ew nabin cerdevan.
Ji aliyeke din ve, li devera Şêx Cima veguhestina leşkerî berdewam dike. Tê diyarkirin ku leşker li vê herêma navborî têne bicihkirin û hate diyarkirin ku ev ji bo amadekariya operasyonekê ye.
Di 18’ê gulana 2012 de gerîlayên HPG’ê li nêzî gundê Çeltîklî yê girêdayî navenda Bedlîsê rê kontrol kirin û di encama kontrola rê de keyayê gund ê cerdevan Arafat Melek û cerdevan Îlyas Demir, Davut Melek, Fesih Bodur, Sıddık Bodur ûBurhan Çapar girtin binçavan û piştre girtin. Malbatan serî li ÎHD’ê dan.
Malbatên 6 cerdevanên ji li Bedlîsê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin binçavkirin û piştre hatin girtin, li nunertiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Bedlîsê civînek çapemeniyê li dar xistin û banga serbestberdana cerdevanan kirin. Malbatan ragihand ku ew êdî nabin aliyek ê şer û got ku ew nema êdî çekan didin destê xwe.