Li gundê Suls Xinêzê şerekî giran diqewime
Di navbera şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ'ê de li gundê Suls Xinêzê şerekî giran diqewime.
Di navbera şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ'ê de li gundê Suls Xinêzê şerekî giran diqewime.
Şervanên ji eniya Silûkê ketin rê, xwe gihandin gundê Suls Xinêz ê bi 28 kîlometreyan dûrî gundê Qenteriyê ye. Li vî gundî şerekî giran diqewime.
Çeteyên DAIŞ'ê, ji bo dorpêçiyê bişikînin bi wesayîteke bombebarkirî îro danê sibehê êrîş kirin.
Wesayîta bombebarkirî berî bigihêje armanca xwe, hat rûxandin.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ber bi Reqayê ve her bi pêş ve diçin.