Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li gundê Guhbel a Şengalê ji bo Rojava meşa piştevaniyê hat lidarxistin

Xelkê Komelgeha Guhbel a Şengalê bi pêşengiya ciwanên Êzidî meşek lidar xist. Di meşê de îşaret bi êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û Colanî hate kirin û piştevanî ji bo Berxwedana Rojava hate dayîn.

Civaka Êzidî ku parastina Rojava weke parastina xwe dibîne û xwedî lê derdikeve, bi çalakiyên cûr bi cûr piştgiriya xwe îfade dikin.

Îro di saetên êvarê de xelkê Komelgeha Guhbel ji bo Rojava meşiyan. Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê (YJCŞ) her êvar diçin komelgehekî, ji balkişandina ser êrişên çeteyên Colanî û dewleta Tirk û berxwedana Rojava çalakiyên cûr bi cûr lidar dixin.

Welatiyên Komelgeha Guhbel tevî meclisa gel û meclisa jin bi pêşengiya ciwanên Êzidî meşek lidar xistin. Di meşê de timî dirûşmên ji bo Rêber Apo, berxwedana Rojava hatin gotin.

Girseya gel her wiha dirûşmeya; ‘Yeke yeke yeke Rojava û Şengal yeke gotin. Piştî gera gel a di nava gund de çalakî bidawî bû.