Li navçeya Gogsiya Erziromê di encama serdegirtinên malan de 2 jê rêvebirên BDP'ê 4 kes hatin binçavkirin.
Serê vê sibê ekîbên midûriyeta polîsan a navçeya Gogsiya Erziromê bi awayeke hevdem bi ser gelek malan de girtin. Piştî ku li malan lêgerîn pêk hat, rêvebirên BDP'a navçeyê Servet Kamiş û Îbrahîm Kerez û welatiyên bi navê Aydin Genç û Salîh Cenk hatin binçavkirin. 4 Kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat hînbûn birin midûriyeta polîsan a navçeyê.