Li Girtîgeha Rihayê, midûrên nû ji yên berê kambaxtir in!

Li Girtîgeha Rihayê, midûrên nû ji yên berê kambaxtir in!

Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê ku ji ber pêkûtiyên derveyî pîvanên mirovahiyê serhildan derket û bi komkujiyê bi encam bû, hate hînbûn ku hêj di şert û mercan de başiyek çênebûye. Girtiyên siyasî yên Rihayê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Midûrên yekemîn û yên duyemîn ku hatine xizmên gundî û hevalê midûrê berê Akîf Bakal in. Midûrê yekemîn û yê duyemîn ji pêkanînên berê yên dijwartir didin meşandin.”

Şert û mercên girtîgehên Tirkiyeyê her diçe xerabtir dibe. Rêxistinên mafê mirovan bê navber raporan diweşîne. Binpêkirina mafan hem li hundir û hem jÎ li der rekorê dişikîne. girtiyên li girtîgehan ji ber pêkûtiyan bedena xwe didin ber agir. Herî dawî 16’ê hezîranê de li girtîgeha Tîpa E ya Rihayê 13 kes di encama komkujiyekê de jiyana xwe ji dest dabûn. Rêveberiya girtîgehê jî li dijî vê komkujiyê wekê temaşevan mabû.

Li gorî agahiyên ji girtîgehê tên, tu şert û merc neguherîne. Girtiyên siyasî midûrên ku hatine şûna yên berê heman pêkûtiyan dimeşîne.

WEZARETA DADÊ SOZA XWE NEANÎ CIH

Girtiyan di daxuyaniyê de wiha got: “Wekê tê zanîn bi salanin li girtîgeha Tîpa E ya Rihayê pirsgirêk hene, û êdî bûne kronîk. Girtî wekî ku dîl hatin girtin, muamleyê dibînin. Kes dengê wan nabihîze. Li ser van pêkûtiyên dij mirovahiyê girtî her tim çalakiyan pêk tînin û her wiha canê xwe feda dikin.”

Di sala 2010’an de girtiyê bi navê Erkan Gumuştaş ji ber pêkûtiyên keyfî bedena xwe dabû ber agir. Dîsa di sala 2011’an de girtiyên siyasî yên koxuşa C-18, odeya xwe dabûn ber agir. Wezareta Dadê û saziyên têkildar cîdî nêzî buyerê nabin û wekî çareserî sirgun pêk anîbû.

MIDÛRÊN BERÊ WEKÎ ÇETEYAN BÛN

Rêveberiya girtîgehê pêkûtiyên xwe girantir kir. Midûrê yekemîn Akîf Bakal û memurê sereke yê saziya înfazê Alî Çakal li dijî daxwazên me, ketin nava helwestek wekî çeteyan û pêkûtî girantir bûn. Ev pêkûtiyên ku rumeta mirovan dide ber lingan, rê li ber serhildanan vekir û 13 ciwanên qawişa C-15 agir berdan qawişê jiyana xwe ji dest da. Ligel hemû bedeldayînan wezareta dadê û hikûmetê berpirsyar nedarizandin û rastî veşartin.

MIDÛRÊ NÛ JI YÊN DIN KAMBAX TIR E!

Her du midûr li şûna ku bên darizandin şandin girtîgeha Samsunê û bi heman şeklî peywirdar kirine. Ev çi zilm e, nayê zanîn lê midûrê ku nû hatiye gundî û hevalên midûrên berê ne. Pêkûtiyên niha betertirin. Çawa ku midûrê nû hat hemû hevalên me bi erdê re kaşkirin û hevalên me sirgun kirin.

GUH BIDIN PIRSGIRÊKÊN ME

Di ser bûyerê re mehek derbas bû. Lê mixabin pêkûtiyên keyfî didome. EV 9 roj e me çalakî dane destpêkirin, ger ku daxwazên me neyên cih em dê çalakiyan bidomînin. Ev atmosfera girtîgehê zemînê jib o çalakiyan pêk tîne. Ji ber vê jî divê hemû şexsiyetên xwedî hestiyar guh bidin pirsgirêkê me û bi rayagiştî re parve bikin.