Li Girtîgeha Rihayê 15 kes mirin

Li Girtîgeha Rihayê 15 kes mirin

Di demjimêrên îşev de li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê şewat derket û li gorî agahiyên destpêkê hat ragihandin ku, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji destda, 60 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li girtîgeha Taxa Eyyubiyeyê di demjimêrên şevê de şewat derket. Agirê ku tê îdîa kirin piştî serhildana çend koxişan derketiye, li gorî çavkaniyên Tirkan, herî kêm 15 mehkum mirine.

Komeleya Mafê Mirovan jî xwe spart çavkaniyên nexweşxaneyê û ragihand ku, 16 mirine, 60 kes jî birîndar bûne.

Di derbarê nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne daxuyaniyek nehate dayîn.

Hat diyarkirin ku ji 60 kesên birîndar rewşa 19 kesan jî girane.

Di derbarê mijarê de Midurê Polîsan Mehmet Lîkoglû kir û ragihand ku, “Serhildana li girtîgehê ne girtiyên siyasî, di koxişa girtiyên edlî û hikumxwariyan derketiye û niha di bin kontrolê de ye. Di bûyeran de kesên jiyana xwe ji dest dane hene, ez di derbarê hêjmarê de tiştek nabêjim. Daxuyaniya pêwîst dê Walî bixwe bike.”

Lê belê Ajansa Nûçeyan ya Îhlasê îdîa kir ku, serhildan li koxişa Îbrahîm Ayhan derketiye.

Parlementera BDP’ê Pervîn Bûldan jî bi telephone tevlî Nûçe TV’yê bû û ragihand ku, ew bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin pêkanîne û 13 mehkuman mirine, 30 kes jî birîndar bûne.

Bûldan got, Wezîr di derbarê kesên serhildan kirîn, edlîne yan siyasîne agahiyek zelal neda.

Piştî ku xizmên girtiyan agahiya bûyerê standin, qasî 500 kesan li ber derê girtîgehê kombûn û di navbera xizmên girtî û polîsan de rageşî derket.

Li Girtîgeha Rihayê ji doza KCK’ê gelek girtî hene. Di nava van de Parlementerê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî cih digire.