Li Girtîgeha Rihayê 13 girtî mirin

Li Girtîgeha Rihayê 13 girtî mirin

Di demjimêrên îşev de li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê şewat derket û li gorî agahiyên çapemeniya Tirk hat ragihandin ku, herî kêm 13 mehkûman jiyana xwe ji destda, rewşa 3 girityan jî girane.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li girtîgeha Taxa Eyyubiyeyê di demjimêrên şevê de şewat derket. Agirê ku tê îdîa kirin piştî serhildana çend koxişan derketiye, li gorî çavkaniyên Tirkan, herî kêm 13 mehkum mirine.

Waliyê Rihayê Celaletîn Guvenç aşkera kir ku, bûyer di encama pevçûna navbera girtiyên nav girtiyên edlî de derketiye. Û 13 girtî yan jî mehkûman jiyana xwe ji dest dane.

Di derbarê mijarê de Midurê Polîsan Mehmet Lîkoglû kir û ragihand ku, “Serhildana li girtîgehê ne girtiyên siyasî, di koxişa girtiyên edlî û hikumxwariyan derketiye û niha di bin kontrolê de ye. Di bûyeran de kesên jiyana xwe ji dest dane hene, ez di derbarê hêjmarê de tiştek nabêjim. Daxuyaniya pêwîst dê Walî bixwe bike.”

Lê belê Ajansa Nûçeyan ya Îhlasê îdîa kir ku, serhildan li koxişa Îbrahîm Ayhan derketiye.

Parlementera BDP’ê Pervîn Bûldan jî bi telephone tevlî Nûçe TV’yê bû û ragihand ku, ew bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin pêkanîne û 13 mehkuman mirine, 30 kes jî birîndar bûne.

Bûldan got, Wezîr di derbarê kesên serhildan kirîn, edlîne yan siyasîne agahiyek zelal neda.

Piştî ku xizmên girtiyan agahiya bûyerê standin, qasî 500 kesan li ber derê girtîgehê kombûn û di navbera xizmên girtî û polîsan de rageşî derket.

Li Girtîgeha Rihayê ji doza KCK’ê gelek girtî hene. Di nava van de Parlementerê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî cih digire.

Girtîgeha Rihayê ya bikapasiyeta 400 kesî, tam 1000 girtî û hikumxwarî lê tên girtin. Rêxistên mafê mirovan gelek caran anîbû ziman ku Girtîgeha Rihayê ji kapasîteya xwe zêdetir girtiyan digire.