Li Girtîgeha Êlihê girtiyek din jî jiyana xwe jidest da

Li Girtîgeha Êlihê girtiyek din jî jiyana xwe jidest da

Li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê girtiyê bi navê Hayrettin Toktaş yê 57 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Ji ber şert û mercên xirap û her wiha tecrîdê mirinên li girtîgehan didomin. Li tevahiyên girtîgehên Tirkiyeyê 132 hezar û 359 welatî girtî ne. Ji van girtian zêdeyî 500 girtî nexweşin û 263 girtî rewşa wan pir giran. Ji van girtiyan jî 47 girtî li ber deriyê mirinê ne. Di 3 salên dawî de 33 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.

Hêj 2 roj berê li ser rewşa girtiyan û girtîgehan komxebata tenduristiyê hate lidarxistin agahiya mirinê ya li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê Hayrettin Toktaş yê 57 salî jiyana xwe ji dest daye hat. Toktaş ku bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hatibû girtin piştî ew şandin Girtigeha Tîpa M ya Êlihê nexweş ket. Toktaş, piştî hate girtin hefteyek şûnde krîza dil derbaz kir û jiyana xwe ji dest da. Toktaş piştî jiyana xwe ji dest da şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Cenazeyê Toptaş dê li navçeya Misircê ya Sêrtê bê definkirin.

Toktaş, di sala 1993'an de bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hate girtin û 11 salan girtî ma. Toktaş gelek caran hate binçavkirin. Herî dawî Toptaş hefteyek berê dîsa hate girtin û li Girtîgehê qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.