Li girtîgeha Duzceyê îşkence li girtiyan tê kirin
Derket holê, ev demeke gardiyan îşkenceyeke giran li girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê dikin û mafên girtiyan binpê dikin.
Derket holê, ev demeke gardiyan îşkenceyeke giran li girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê dikin û mafên girtiyan binpê dikin.
Abdullah Kaya (21) ê ku di 17 saliya xwe li de Amedê hat girtin û 5 sal 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, derket holê ku çend roj berê dema ji Girtîgeha Tîpa Me ya Înebolû sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê hate kirin, îşkence lê hatiye kirin. Hem di dema sirgûnê de, hem jî li pêşiya girtîgehê, gardiyana îşkence lê kirin. Kaya ev rewş ji malbata xwe re vegot. Kaya diyar kir, ne tenê li wî, li gelek girtiyan heman îşkence û pêkanînên li dijî mirovahiyê tên kirin.
'LI SER EWLEKARIYA JIYANA KURÊ XWE, BI FIKAR IM'
Bav Kemal Kaya yê çû dîtina kurê xwe, anî ziman ku ew pê hesiya ye li kurê wî dane û li ser bedena wî şopên îşkence û lêdanê hene. Kaya diyar kir, ji hingî ve mafê axaftina bi telefonê û hevdîtinê yê kurê wî hatiye astengkirin û got, "Rêveberiya girtîgehê bi rengekî kêfî nêzî girtiyan dibe. Li pêşberî van bûyeran em bêçare ne. Em nikarin serî li dadgehê bidin. Ji ewlekariya jiyana kurê xwe bi fikar im."
Malbatê serî li Şaxê Komeleya Mafên Mirovan ê Amedê da û alîkariya hiqûqî xwest.