Ji ber di demên dawî de li gelek girtîgeha îsyan derdikevin li Girtîgeha Colemêrgê jî ji ber vê yekê tedbîqata heke şewate pêk bê dê çawa mudaxele bikin pêk hat. Ji ber ku berê tu daxuyaniyên dê tedbîqat bê kirin nehatibû dayîn nûçeya "Li girtîgehê şewat derket" hat belavkirin û xizmên girtiyan çûn ber girtîgehê.
Li gorî agahî, Rêveberiya Girtîgeha Colemêrgê bi armanca heke li girtîgehê şewateke derbikeve dê çawa mudaxeleya wê biikin tedbîqat li dar xist. Ji ber ku girtîgehê tedbîqat ji saziyên fermî û rojnamegeran re negotibû rojnamegeran nûçeyên li girtîgehê şewat derket belav kirin. Saziyên şewat zanîn dest bi tevgerê kirin. Parêzerê Baroya Colemêrgê Kemal Şîmşek çû girtîgehê û hin bû ku şewat bi armanca tedbîqatê hatiye vêxistin û tu tiştê bi guman tune ye.
Malbat jî piştî agahî girtin hatin ber girtîgehê.