Li Gimigimê gundî di nava pevçûnê de man

Li Gimigimê gundî di nava pevçûnê de man

Di encama operasyona li navçeya Gimgim a Mûşê hatiye lidarxistin de, gundiyên ku ji bo berhevkirina pincaran çûbûn çiyayan di nava pevçûnê de man.

Operasyonên li bejahiya Gimgimê berdewam dikin. Hate zanîn ku li nêzî gundê Kaynarcayê gundiyên ku çûbûn pincaran di nava pevçûna di encama operasyonan de qewimî man. Hate zanîn ku herêm bi helîkopteran tê bombebarankirin. Piştî ku keyayê gund agahî dan cerdirmeyan, ji bo demek kurt bombebaran hat rawestandin. Gundî ji herêmê dûr ketin. Piştî ku gundî derketin, pevçûn ji nû ve dest pê kirin.