Hat ragihandin ku, li bejahiya gundê Înalî yê girêdayî navçeya Gimgima Mûşê şer derketiye û hêjan şer didome. Li aliyê din jî hate diyarkirin ku, gêrîlayên HPG’ê êrîşî Qereqola Gundê Çaylarê kirin û li vir jî şer derketiye.
Hat ragihandin ku, li bejahiya gundê Înalî yê girêdayî navçeya Gimgima Mûşê di navbera leşkerên Tirk û gêrîlayên HPG’ê de şer derketiye. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, li herêma mijara gotinê hêjan şer didome. Her wiha hate diyarkirin ku, herêm ji aliyê 3 helîkopteran ve jî tê bombebaran kirin.
Li aliyê din jî hate ragihandin ku, gêrîlayên HPG’ê di demjimêrên şevê de êrîş kirine ser Qereqola Gundê Çaylar ya girêdayî navçeya Gimgimê. Li vir jî piştî êrîşê şer derketiye.