Li Gimgimê pevçûn, çawişek pispor birîndar bû

Li Gimgimê pevçûn, çawişek pispor birîndar bû

Piştî li navenda Gimgimê ya Mûşê Berbaz Erdînç Aydin hate kuştin operasyon hate destpêkirin û di operasyonê de pevçûn derket. Di pevçûnê de çawişeke pispor birîndar bû.

Di operasyona piştî kuştina Berbaz Erdînç Aydin ya li navçeya Gimgimê hate destpêkirin pevçûn derket. Di pevçûna li serê sibê li herêma Çaylar û Îçmelerê de Çawişê Pispor Cumalî Borok yê 34 salî birîndar bû. Borok bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê. Hate ragihandin ku li herêmê dem dem pevçûn berdewam dike.

OPERASYONA LI SÊGOŞEYÊ BERDEWAM DIKE

Li aliyê din operayona li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlîkê piştî Serokê Rêxistina AKP'ê yê Pasurê Veysel Çelîk ji aliyê gêrîlayan ve hate girtin hate destpêkirin 12 rojin li herêmên Şenyayla, Serî Sipî û Çiyayê Kozmê berdewam dike. Di operasyona berfireh de yekîneyên taybet, cerdevan, leşker û tîmên taybet yên polîsan cih digirin. Hate ragihandin ku, serê sibê li herêma operasyonê hinek herêm ji aliyê helîkopteran ve hate bombebarankirin.