Li navçeya Gimgimê ya Mûşê operasyona leşkerî ya bi piştgiriya hewayî destpê kir.
Li gorî agahiyan li gundê Îskender yê navçeya Gimgimê ya Mûşê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hate zanîn ku, ber bi herêma operasyonê ve sewqiyata leşkerê tê kirin û helîkopter jî li ser herêmê re nizim difirin. Hate hînbûn ku, li herêmê operasyona leşkerî berdewam dike.