Li navçeya Gimgima Mûşê ji bo 3 kesên ku tê îdîakirin gêrîlayên HPG'ê ne û di pêvçûna li navçeyê de pêkhat de jiyana xwe ji dest dane, esnafan derabeyên xwe venekirin.
Ji ber ku 3 cenazeyên ku tê îdîakirin yên gêrîlayên HPG'ê ne û di encama pêvçûna li navçeya Gimgima Mûşê de jiyana xwe ji dest dane, anîn navçeyê esnafan derabeyên xwe venekirin. Di navçeya ku ji bo şermezarkirinê derabe nehatin vekirin de polîsan tedbîrên berfireh girtin.