Li Gimgimê 2 sivîlên ku leşeran birîndar kirin hatin girtin

Li Gimgimê 2 sivîlên ku leşeran birîndar kirin hatin girtin

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê ciwanên bi navê Ridvan Yavaş û Serdar Gumgum, ku çend roj berê li qada operasyonê ji aliye leşkeran hatin birîndarkirin û hatin binçavkirin bi îdîaya "endamê rexistinê ne" hatin girtin. Leyla Sonkur jî hêj li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Di 27'ê gulane de li gundê Qolan yê navçeya Gimgimê ya Mûşê pevçûn derketibû û 3 ciwanê dihat îdîakirin ku gêrîlayên HPG'ê ne hatibûn girtin û rakiribûn Nexweşxaneya Gimgim û Mûşê. 3 kesên bi navê Leyla Sonkur (22) Ridvan Yavaş (22) û Serdar Gumgum (18) ku dihat îdîakirin gêrîlane, derket holê ku welatiyên sivîlin. Leyla Sonkur û Ridvan Yavaş ku rastî êrîşa çekdarî ya leşkeran hatin û bi giranî birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê. Gumgumê ji sedî 61 nivîşkan jî li Fermandariya Cendirmeyan ya Gimgimî jî hate binçavkirin.

Şaredara Gimgimê ê ji sedî 61 nivîşkan û Ridvan Yavaş (22) sewqî Edliyeya Gimgimê hatin kirin. Heyeta dadgehê piştî li îfadeya Yavaş û Gumgum, guhdar kir, bi îdîaya "endamê rexistinê ne" biryara girtinê da. Leyla Sonkur jî hêj li nexweşxaneyê tê dermankirin.