Li Geverê xeteriya teqemeniyên neteqiyayî
Li navçeya Colemêrg Geverê, tevlî 'karê lêgerîn û paqijkirinê' yên çeteyên Qesrê 40 roj in dikin, hînê li gelek cihan teqemeniyên neteqiyayî hene. Ev teqemenî gefeke mezin li jiyana welatiyan dixwin.

Li Geverê, piştî 79 roj ên "qedexeya derketina derve" qedexe di nava rojê de hat rakirin. Ji bo şêniyên li navçeyê vegeriyan e, xeterî hînê ji holê ranebûye. Di ser daxuyaniya "operasyon qediya ye" ya rayedarên Tirk 40 roj derbas bûn û tevî 'karê lêgerîn û paqijkirinê' jî hînê li gelek cihên navçeyê teqemeniyên di êrîşên dewletê de hatine bikaranîn lê ne teqiyan e, hene.
Bi taybetî li taxên Cûmhûriyet, Gungor, Eskî Kişla, Orman, Dizê û Mezarlik, di binê xirbeyan de, li hewşan bombeyên destan, guleyên hawanê û gelek teqemenî tên dîtin.
Welatiyên Geverê, nerazîbûneke tund nîşanî hiştina van teqemeniyan dan, ku gefê li jiyana wan dixwin.