Li Geverê wesayîta polîsan qeza kir: 4 polîsa birîndar bûn

Li Geverê wesayîta polîsan qeza kir: 4 polîsa birîndar bûn

Wesayîta polîsên sivîl li nêzî pira gundê Şakîtan ya li ser rêya Gever-Colemêrgê ji ber sedemekî nehatî zanîn qulipî û 4 polîsên sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li nêzî pira gundê Şakîtan ya li ser rêya Gever-Colemêrgê wesayîtekî ya polîsên sivîl ya biplaqeya 30 AH 849 ku ajovanên wan nehate aşkera kirin ji ber sedemekî nehatî zanîn qulipî.

Di qezayê de polîsên binavê Yûsûf Îzzet Guzel, Ramazan Botan, Alî Atmaca û Agît Gever birîndar bûn. Polîsên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.